Li Wanê bi hezaran kes ji bo zimanê dayikê meşiyan

Li Wanê bi hezaran kes ji bo zimanê dayikê meşiyan

Li Wanê bi hezaran kes ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê meşiyan. Di meşa ji aliyê Kurdî Der û Egîtîm Senê hat organîzekirin de, ji ber astengiya polîsan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.

Bi wesîleya vekirina sala Perwerde û Hîndekariyê ya 2014-2015'an, Kurdî Der û Egîtîm Sen Şaxê Wanê, ji bo mafê perwerdeya bi zimanê dayikê meşek lidar xistin. Di meşa ber bi Midûriyeta Perwerdeya Millî de Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer, Serokê Rêxistina DBP'ê ya Bajarê Wanê Mûsa Îtah, Serokê Rêxistina HDP'ê ya Wanê Harûn Okay, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, nûnerên Rêxistinên Civakî yên Sivîl û nêzî 2 hezar kes amade bûn. Di meşê de pankarta bi nivîsa 'Bê zimanê dayikê perwerdehî nabe' hat vekirin.

Ji ber daxuyaniyê polîsan li Kolana Cumhuriyetê bend danîn û di TOMA'yan kolanên derdorê dorpêç kirin û li trafîkê girtin. Li ser meşa girseya gel, polîsan pêşî li girseyê girtin û meş asteng kirin. Li ser vê yekê Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer û Serokê Rêxistina DBP'ê ya Bajêr Mûsa Îtah dan xuyakirin ku ya polîs dike neqanûnî ye û girseya gel dest bi çalakiya rûniştinê kir.

Di vê kêliyê de polîsan bi rêya cîhaza anonsê gef xwarin û gotin 'Welatiyên li derveyî çalakgeran bila kolanê biterikînin, em ê dest werdin'. Li ser vê yekê Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer û Serokê Rêxistina DBP'ê ya Wanê Mûsa Îtah ber bi benda polîsan ve meşiyan û hişyariya 'Hûn nikarin vî gelî bi anonsê tehdît bikin, tavilê dest ji vê berdin" polîs hişyar kirin.

Uçer û Îtah piştre daxuyanî dan çapemeniyê. Îtah destpêkê mafê axaftinê wergirt û got, "Vî gelî ji bo zimanê xwe yê dayikê bi deh hezaran mirovên xwe veşart lê ji vê têkoşînê venegeriya. Gelo wê niha ji we bitirse? Em Waliyê Wanê û Midûrê Emniyetê yê Wanê ku demeke dirêj e êrîşî çalakiyên demokratîk ên gel dikin ji vir careke din hişyar dikin. Dest ji vê helwesta provokatîf berdin."

Li dû Îtah Uçer mafê axaftinê girt û diyar kir ku daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî însanî ye û destnîşan kir ku ew ê ti carî ji vî mafê xwe venegerin. Uçer di axaftina xwe de ji polîsan re peyivî û got, "Yên we şandine vê derê, wê piştre li dadgehan bêjin 'Haya me jê tineye, hin polîs bi serê xwe tevdigerin" û weke bikin qurban. Îro jî heman tişt tê kirin. Vê bendê vekin û meşa gel a ji bo daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê asteng nekin."

Li dû daxuyaniyê girseya gel bi dirûşmên "Bê ziman jiyan nabe" dest bi meşê kir. Li dû meşa li Kolana Cumhuriyetê, girseya gel belav bû.