Li Wanê bi sed hezaran kes Newrozê pîroz dikin
Li Wanê bi sed hezaran kes Newrozê pîroz dikin
Li Wanê bi sed hezaran kes Newrozê pîroz dikin
Pîrozbahiya Newroza Wanê ku li Parka Çandê ya tenişta Keleha Wanê di bin barana zêde de dest pê kir, bi tevlêbûna 100 hezaran kesan berdewam dike. Li gel barana zêde bi 100 hezaran kes ji bo azadiya Ocalan siloganan qîr dikin. Li qadê posterên mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên Konfederalizma Demokratîk hatin vekirin.
Di saetên serê sibehê de ji 32 taxên Wanê û gundên derdorê bi 100 hezaran welatî bi cil û bergên xwe yên neteweyî û herî xweşik xwe xemilandin û berê xwe dan Keleha Wanê. Refên ku ji hezaran pêk tên li Parka Çandê ya tenişta Keleha Wanê li hev kom dibin û dibin lehî. Zêdeyî 100 hezar welatî li Parka Çandê kom bûn û li gel barana zêde Newrozê pîroz dikin. Ji bo Newroza bi şîara "Ji Ocalan re Azadî ji Kurdan re Statû" bê pîrozkirin, gel bi coş û heyecanek mezin ji 32 taxan diherikin qadan. Ji ber barana zêde piraniya welatiyan bi sîwanan û bi cilên xwe yên nenteweyî yên rengîn qada Newrozê xemilandine. Dîsali qada Newrozê pankart, dowîzên ku Kurd daxwazên xwe yên azadiya gelê kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tînin ziman vekirin. Dîsa al û nepoxên kesk, sor û zer û alên PKK'ê û konfederalîzmê hatin vekirin. Gelek posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên mezin hatin vekirin.
Bi 10 hezarankesên ku li ber Midûruyeta Polisan a berê li hev kom bûn, bi meşek mezin heta qada Parka Çandê ya Newrozê meşiyan. Bi hezaran di nokteyên lêgerînê yên polîsan re piştî lêgerînê derbasî qada Newrozê dibin. Girse bê navber ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan siloganan qîr dikin. Bi yek dengî silogana "Ji Ocalan re azadî" diqîrin.
Li qadê ji bo pêdivyên welatiyan 40 WC yên seya hatin avakirin. Bi dehan dezgehên xwarinê hatin avakirin. Li dervê qadê li gelek nokteyan flamayên kesk, sor û zer ên li ser "Bijî Newroz", "Newroz pîroz be" hatiye nivîsandin tên firotin.
Bi taybetî jinan bandajên ku li ser alên Konfedaralizimê û "Apo" hatiye nivîsandin li situyê xwe û serê xwe girêdane. Herikîna qada Newrozê didome. Girse bê navber siloganên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Şehîd namirin", "An azadî an azadî", "Ji Ocalan re azadî" di qîrînin.
Bi sed hezarên dengê Ocalan bihîstin siloganên "Bijî Serok Apo" bilind kirin
Bi sed hezaran kesên bi cil û bergên xwe yên dengîn qada Newrozê tije kirin, qad xemilandin. Pîrozbahiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê ji dengê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sînevîzyon hat temaşekirin. Bi bihîstina dengê Ocalan 100 hezaran kesan bi yek dengî silogana "Bijî Serok Apo"qîr kir.
Bi sed hezaran bê navber silogana "Ji Ocalan re azadî" qîrandin.
JI BAJARÊN DERDORÊ JÎ ELEQEYEK MEZIN HEYE
Ji navçe û bajarên derdorê jî eleqeyek gelek mezin heye. Li gel astengîyên polîsan bi hezaran kes jî ji bajarên derdorê û navçeyên derdorê berê xwe dan Keleha Wanê û diherikin qada Newrozê. Li nava Wanê jî hemû esnafan dikanên xwe girtin û berê xwe dan qada Newrrozê. Nava Wanê vala bû û her kesî berê xwe da keleha Wanê qada Newrozê. Ji 11 navçeyên Wanê, Bedlîs, Mûş, Agirî Qers, Erdexan, Erzirom, Îdir û Colemêrgê jî bi hezaran welatî hatin Qada Newrozê.
Pîrozbahî bi starên Renas Amed Navenda Çanda Mezopotamya ya Wanê, Hozan Huseyin berdewam dike. Gelek parlamenterên BDP'ê jî tevlî pîrozbahiyê bûn. Pîrozbahiya Wanê bi rêzgirtin û pêxistina Agirê Mezin dest pêkir. Pîrozbahî bi stran û axaftinan berdewam dike.