Li Wanê bihezaran kes tahliyeyan pîroz dike

Li Wanê bihezaran kes tahliyeyan pîroz dike

Piştî ku di nav de Şaredarê Wanê Bekir Kaya heyî 8 siyasetmedarên Kurd hatin berdan, li navenda bajar û taxên wê bi fîşekên hewayî pîroz dikin.

Doza ku di nav de Şaredarê Wanê Bekir Kaya jî heyî 8 kesên girtî û bigiştî 13 kes dihatin darezadin, biryara serbest berdana hemûyan da. Piştî ku 8 siyasetmedarên Kurd ji aliyê 4’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Wanê ve hatin berdan, bi hezaran kes herikîn ber Girtîgeha Tîpa F ya Wanê. Bi hezaran kesên li ber deriyê girtîgehê agir pêxistin û govend girêdan, li navenda bajar jî bi hezaran kesên ku piştî agahiya tahliyeyê bihîstin, bi çepik, tîlîlî û sloganan ber bi Rêya Cûmhûriyetê ve meşiyan. Waniyên ku rê ji trafîkê re girtin, xwediyên wesayîtan jî bi lêdana qurneyê piştgirî dan wan. Li navenda bajar pîrozbahî bi fîşekên hewayî didome, di serî de taxa Xacortê li tevayî taxên Wanê bi dehol-zurne û fîşekên hewayî tê pîroz kirin.