Li Wanê ders: Kurdî, mijar: Arinç!

Li Wanê ders: Kurdî, mijar: Arinç!

Meşa zimanê dayîkê ku ji aliyê BDP û KURDÎ-DER’a Wanê ve hate organîzekirin, parlementerê BDP’ê yê Wanê Ozdal Uçer li ser gotina Alîkarê Serokwezîrê Tirk Bulent Arinç ‘Kurdî zimanê şaristaniyetê nîne’ waneyekî mijara wê Arinç da gel.

Li Wanê meşa zimanê dayîkê ku ji aliyê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP)  û KURDÎ-DER’a Wanê ve hate organîzekirin û parlementerê BDP’ê yê Wanê Ozdal Uçer, Endama MP BDP’ê Saadet Becerîklî, Hevseroka BDP’a Wanê Fîgen Yaşar, Alîkarê Hevserokê BDP’a Wanê Azîm Yacan, Serokê KURDÎ-DER’a Wanê Îsmaîl Aşkan û bi sedan kes tevlî bûn.

Meşa ku Şaredariya Bosanîçî destpêkir heya Dibistana Seretayî ya Walî Elî Cevdet Bey berdewam kir. Di meşa ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hatin hilgirtin bênavber ji bo Ocalan slogan hatin qîr kirin.

Di meşê de pankarta ku li ser nivîsî bû ‘Em 11’mîn Kongreya PKK’ê silav dikin’ hate vekirin, li ser vê polîsan TOMA û polîsên hêzên çevîk xistin rê û destûr neda girse bimeşe. Ji ber vê demek kurt di navbera polîs û girseyê de rageşî derket.

Li ser helwesta polîsan Parlementerê BDP’ê yê Wanê Ozdal Uçer daxuyaniyek da û got: “Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan, gerîlayên Kurdistanê û gelê Kurd ji bo aştiyê tişta ji destê wan tê dikin, lê belê li beramberî vê polîs bi panzer û TOMA’yan pêşiya gelê ku mafê xwe yê çalakiyên demokratîk pêktîne digire, helwesta dewletê eve. Vekirî ev ji kurdan re dibêjin ‘Em aştiyê naxwazin, herin çiya’. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got, ‘Bila çek bêdeng bibin, siyaseta demokratîk bila biaxive’, belê tehemula siyaseta demokratîk jî nakin. Gelê Kurd aştiyekî birûmet dixwaze, çareseriyê dixwaz, naxwaze xwîn birije. Îro bêy ku pirsgirêkek biçûk jî derbikeve gel mafê perwerdeya bizimanê dayîkê dixwaze. Em vê helwestê bitundî şermezar dikîn.”

POLÎSAN MEŞ ASTENG KIR

Piştî ku polîsan demek dirêj girse rawestand, careke din destûr da meşê. Piştî meşa ku heya Dibistana Seretayî ya Walî Elî Cevdet domkir, Serokê KURDÎ-DER’a Wanê Îsmaîl Aşkan da diyarkirin ku, dewletê li ser zimanê Kurdî komkujiya spî meşandiye. Aşkan anî ziman ku, demekê Hîtler çi ji yahûdiyan dikir, heman tişt dewleta Tirk li gelê Kurd kir. Aşkan aşkera kir ku, perwerdeya zimanê dayîkê mafeke û ew dê heya dawî tekoşîna vî mafî bidin.

MIJARA WANEYA KURDÎ; ARINÇ

Piştî axaftina Aşkan, parlementerê BDP’ê Ozdal Uçer li ser textê spî waneya Kurdî da zarokên Kurd û mijara waneyê jî bû Alîkarê Serokwezîrê Tirk Bulent Arinç ê ku gotibû ‘Zimanê Kurdî ne zimanê şaristaniyetê ye’. Uçer bang li Arinç kir û got, “Navê te bixwe Kurdiye û tê wateya Bilind”. Uçer destnîşan kir ku, ji xwe gelê Kurd dê di sandiqê de dersê bide Arinç. Her weke din jî Uçer bertek nîşanî daxuyaiyên rayedarên hikumetê ên weke ‘ger em mafê perwerdeya kurdî bidin jî, dê nikarin pêkbînin’ diyarkir ku, “Eger rojekê Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan û Kurdistan azad bibe, ez dê dest ji siyasetê berdim û weke dildar dê perwerdeya Kurdî bidim.”

Piştî dersa ku Uçer da, girseyê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan slogan avêtin û belav bûn.