Li Wanê di serde girtina malan de 7 xwendekar hatin binçav kirin
Li Wanê di serde girtina malan de 7 xwendekar hatin binçav kirin
Li Wanê di serde girtina malan de 7 xwendekar hatin binçav kirin
Li Wanê 7 endamên Komeleya Xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê (YÖDER) serê sibê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin.
Li taxa Yenî û Akkopru ya Wanê serê sibê polîsan bi ser gelek malên xwendekaran de girt. Polisan di serdegirtina malên xwendekaran de 7 endamên Komeleya Xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê (YÖDER) binçav kirin.
Xwendekarên bi navê Yusuf Emir Bukum, Mazlum Altinok, Berivan Aksu, Melek Bozkaya, Sedat Yikin, Cuneyt Îlgun, û xwendekarê navê wan nehat zanîn birin Midûriyeta Polîsan a Wanê.