Li Wanê erdhej

Li Wanê erdhej

Li gorî Rasatxaneya Kandîllî ya Zanîngeha Bogazîçiyê, li gundê Çolpan ê Wanê bi dijwariya 4.1 pileyî û 2.1 pileyî du erdhej rû dane.

Enstîtuya Lêkolînên Erdhejê ya Rasatxaneya Kandîllî da xuyakirin ku erdheja bi dijwariya 4.1 pileyî saet di 04.17'an de li gundê Çolpanê rû daye. Hat ragihandin li heman cihî saet di 04.25'an de bi dijwariya 2.1 pileyî erdhejeke din rû daye.