Li Wanê esnaf li dijî qutbûna ceryanê daketin qadan
Li Wanê esnaf li dijî qutbûna ceryanê daketin qadan
Li Wanê esnaf li dijî qutbûna ceryanê daketin qadan
Li Wanê esnaf li dijî pirsgirêka ceryanê ya ku bi salane nayê çareser kirin û piştî ku ji aliyê Holdînga Turklerê TEDAŞ’e ve hatî dewir girtin qut dibe da ketin qadan. Esnafan rêya Mereşê ya li Wanê girtin û qutbûna ceryanê protesto kirin.
Li Wanê bi salene ceryan tê birîn, ev jî bo sedem ku esnafên Wanê yên tengasiyan jiyan dikin da kevin qadan. Esnafên ku xwestin Waliyê Wanê û berpirsên din dengê wan bibîsin rêya Mereşê ya li Wanê li trafîqê girtîn û çûn û hatin asteng kirin. Di destê koma esnafan de dûvîzên ku li ser “Êdî beşe”, “TEDAŞ” îstifa bike” hatîn nîvîsan din hebûn û piştî ku rê li trefîqê girtin, dema ku polîsn xwest rê vekin dinavbera wan de gengeşe pêkhat.
Esnafên ku nêzî 2 demjimêran rê li trafîqê girtin daxuyanî dan û li ser navê komê Serkan Ece axivî û destnîşan kirin ku ji bo pirsgirêka ceryanê bê çareser kirin ew mûhatabekê nabîn û got ku ji ber birîna ceryanê nikarin karên xwe bi awayekî rêk û pêk bin û bandorekî nerêrî li ser jiyana wan dike.
Ece da diyar kirin ku ew li rayedarên TEDAŞ’ê digerîn, dibêjin em çi bikîn ‘dikanên xwe bigrin’ Ev bûye bajarê mezin. Em ji 300 ta 500 TL fatoran didîn lê belê ceryan nîne. Em jî îro dibêjîn êdî bese. Ece ragihand ku eger birîna ceryanê wiha bidome wê çalekiyen em jî bidome.