Li Wanê gel 3 roje ji bo 'Şehîdgeha Ronahî' di nobetê de ne

Li Wanê gel 3 roje ji bo 'Şehîdgeha Ronahî' di nobetê de ne

Rêveber û endamê BDP'ê yên Wanê nobeta li dijî biryara Meclisa Giştî ya Bajêr ya AKP’ê a derbarê "Şehîdgeha Ronahî" de li Şehîtgeha Rohanî ya Şaxê dane destpêkirin di roja 3'an de berdewam dikin.

Di 15'ê Îlonê de ji bo bîranîna 41 gerîlayên  PKK’ê yên di 23’ê Cotmeha sala 1993’yan de li gundê Kelahêrê yê girêdayî navçeya Şaxê ya Wanê di şerekî de jiyana xwe ji dest dan, li ser navê gerîlaya PKK’ê ya bi eslê xwe Elman Andrea Wolf (Ronahî) ku di heman şerî de jiyana xwe ji dest dabû bi navê “Goristana Şehîd Ronahî” goristanek û bîrdariyek hat avakirin.

Piştî şehîtgeh hat avakirin çend roj şûnde Meclisa Bajar a Wanê yên AKP'î der barê şehitgehê de biryara hilweşînê dan. Li ser vê yekê Rêxistina Navçeya Şaxê ya BDP’ê û MEYA-DER'ê bi girseyî hatin li ber şehîtgehê nobet girtin û nobeta xwe berdewam dikin. Welatî û rêveberên BDP'ê ku li Şehîtgehê nobet kon vedan û nobetê digirin dowîzên “Biryara xerakirinê sedema şer e”, “Şehîdên rûmeta me ne, em rûmeta xwe binpê nakin” vekirin nobeta xwe berdewam dikin. Nobeta welatiyan di roja 3'emîn de berdewam dike.

ÇÎROKA BÛYERÊ:

Di 23'ê Cotmeha 1998'an de li navçeya Şaxê ya Wanê di navde Civaknasa Alman Andrea Wolf jî heye 41 gerîlayên PKK'ê jiyana xwe ji dest dan û li herêmê bi komî hatibûndefinkirin. Heyetê diyar kiribû ku şikeft bi dînamîtê hatiye hilweşandin û cenaze perçe perçe bûne. Andrea Wolf jî di navde 41 gerîlayên PKK'ê li cihê bûyerê bi komî hatibûn definkirin. Piştî li Lice, Bagok û Tetwanê ji bo gerîlayên HPG'ê û PKK'ê goristan hatin avakirin, li gundê Kelehê yê Şaxa Wanê jî li ser navê gerîlaya PKK'ê Andrea Wolf (Ronahî) ku bi eslê xwe Alman e Şehîtgeha Ronahî" bi merasimekê hatibû vekirin.