Li Wanê hezhez pêk hat: Karkerekî jiyana xwe ji dest da
Li Wanê hezhez pêk hat: Karkerekî jiyana xwe ji dest da
Li Wanê hezhez pêk hat: Karkerekî jiyana xwe ji dest da
Li ser Riya Îpekê ya Wanê hezhez pêkhat. Di kolandina kanala nêzî Dibistana Seretayî ya Mehmetçik Selenê hezhez pêk hat û di hezhezê de Karkereki jiyana xwe ji dest da. 2 karker jî birîndar bûn.
Li nêzî Dibistana Seretayî ya Mehmetçik Selen ya li ser Riya Îpekê ya Wanê di qanalisazyonê de hezhez pêk hat. Di hezhezê de 3 karker di bin axê de man. Piştî karkerên din bi hawarê hatin 2 karker derxistin û karkerekî jî jiyana xwe ji dest da. Di qezayê de karkerê 29 salî Seyhan Aksarî jiyana xwe ji dest da û 2 karkerên din ên birîndar bûn jî rakirin nexweşxaneya Herêmê ya Perwerdehî û lêkolînê.