Li Wanê ji ber birûskê welatiyekî jiyana xwe ji dest da
Li Wanê ji ber birûskê welatiyekî jiyana xwe ji dest da
Li Wanê ji ber birûskê welatiyekî jiyana xwe ji dest da
Li gundê Mollakasim ê Wanê, şivanê bi navê Ramazan Aslan ji ber lêdana birûskê jiyana xwe ji dest da.
Li gundê Mollakasim ê navenda Wanê, welatiyê bi navê Ramazan Aslan ê şivantî dikir, duh êvarê ji ber lêdana birûskê jiyana xwe ji dest da. Şêniyên gund, piştî ku dît keriyî Aslan bê şivan vegeriya gund bi bûyerê hesiyan û dest bi lêgerîna Aslan kirin.
Di encama lêgerîna 2 saetan, cenazeyê Aslan hat dîtin û ji bo otopsiyê rakirin Morgê. Li dû otopsiyê cenazeyê Aslan li goristana li Taxa Xaçortê hat veşartin.