Li Wanê ji bo gêrîla Koçak mala sersaxiyê hate vedan

Li Wanê ji bo gêrîla Koçak mala sersaxiyê hate vedan

Li taxa Erekêya Wanê ji bo gêrîlayê HPG'ê Kenan Koçak (Zerdeşt Dêrik) mala sersaxiyê hat vekirin. Piştre mal bi girseyî hat ziyaretkirin. Di ziyareta sersaxiyê de Parlamenterê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer diyar kir ku, hikûmeta AKP'ê gelê Kurd wekî "terorîst" bi nav dike, lê di rastiya xwe de ya terorîst dewlete. Em jî dibêjin yê terorîst dewlet e."

Rêxistina BDP'ê ya Wanê mala sersaxiyê yê ji bo gêrîlayê HPG'ê Kenan Koçak (Zerdeşt Derik) ku di pevçûna 25'ê Çileyê jiyana xwe ji dest da ziyaret kir. Mala sersaxiyê yê li qada Erekê ya taxa Cevdet Paşa hat vekirin bi girseyî hat ziyaret kirin. Di ziyaretê de Parlamenterê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer, Wekîlê Serokê BDP’a Wanê Omer Ertaş, Şaredara Sixkê Nezahat Erguneş, Cîgira Şaredarê Wanê Gulbahar Orhan, Kemal Unver, Endamen Înîsiyatifa Dayîkên Aştiyê MEYA-DER, TUYAD-DER û gelek kesên din jî di nav de bi sedan kes amade bûn.

Koma ku li dervê taxê li hev civiyan, heta Mala Sersaxiyê ya Cevdetpaşa meş pêk anîn. Girseyê di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gêrîla Koçak bilind kirin û meşiyan. Girseyê bê navber sloganên “Şehîd namirin”, “Tolhildan", “Ey şehîd xwîna te li erdê namîne” qîr kirin. Li mala sersaxiyê wêneyên 3 jinên siyasetmedar ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku li Parîsê hatin qetilkirin û wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat vekirin. Girseyê di ziyaretê de ji bo kesên di têkoşîna aştî u azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin.

'TERORÎST DEWLET E'

Di ziyareta sersaxiyê de Parlamanterê Wanê yê BDP’ê Ozdal Uçer diyar kir ku, Kurd ji bo yekîtiya xwe ava bikin û karibin li hemberî zilmê têbikoşin divê berî her tiştî xwe bi rêxistin bikin û karibin pirsgirêkên xwe di nava xwe de çareser bikin. Uçer destnîşan kir ku, di demên dawî de hikûmet li aliyekî bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinan dike û li aliyê din li dijî PKK'ê operasyonên leşkerî zêde dike û wiha got: "Ev hewldanên AKP'ê û Erdogan tu carî baweriyê nade gelê Kurd. Erdogan her tim gelê Kurd wekî 'terorîst' bi nav dike. Lê em jî dibêjin tenê terorîst dewlete. Yên ku şehîd dikevin jî şervanên têkoşîna azadiyê ne. Ew ne terorîstin. Ew şervanê gelê xwe ne. Divê ji bo azadiya Kurdistanê em tev bibin yek. Divê em hemû li nirxên xwe xwedî derkevin. "

Bavê gêrîla Koçak îbrahim Koçak jî anî ziman ku, Kenan ne tenê kurê mine, şehîdê Kurdistanê ye û wiha got: "Em dixwazin ev şehîdê me yê dawî be û êdî ciwan bes bên kuştin." Dê sibê ji bo gêrîla Koçak di demjimêr 12.00’an de mewlûd bê dayîn.