Li Wanê ji bo gêrîla Kûrt mewlûd hate dayîn

Li Wanê ji bo gêrîla Kûrt mewlûd hate dayîn

Gêrîlayê HPG’ê Mehdî Kûrt (Rohat Garisa) ku di pevçûna 7’ê Çileyê di pevçûna li navçeya Çelê li gel 13 hevalên xwe jiyana xwe ji dest dabû, li Taxa Hacibekir di konê sersaxiyê de mewlûd hate dayîn.

Di 7’ê Çileyê de li navçeya Çelê ya Colemêrgê pevçûnê rû dabû û di encama pevçûnê de 14 gêrîlayên HPG’ê jiyana xwe ji dest dabûn û 34 leşkerên Tirk jî hatibûn kuştin. Ji van gêrîlayan ji bo gêrîl Mehdî Kûrt (Rohat Garisa) di konê sersaxiyê li Taxa Hacibekir hatibû vedan mewlûd hate dayîn.

Wekîlê Serokê BDP’a Wanê Omer Ertaş, Wekîlê Şaredarê Wanê Sabrî Abî, endamê MP ya BDP’ê Ihsan Coşkûn, MEYA-DER, TUYAD-DER,  alîkarên şaredar, Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê yên Wanê, endamên meclisa giştî ya bajar û gelek kes tevlî mewlûdê bûn.

Di konê mewlûd lê hat dayîn de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gêrîla Kûrt û 3 siyasetmedarên jin yên Kurd yên li Parîsê hatin qetilkirin hatin daliqandin. Piştî deqîqeyek rêzgirtinê li ser giyanê kesên di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, Wekîlê Serokê BDP’a Wanê Omer Ertaş axaftinek kir û got; “ Evana şehîdên Kurdan, Tevgera Azadiya Kurd û Kurdistanê ne. pêwîste li ser bîranîna wan em hemû li qadan tekoşînê bidin meşandin.”

Piştre Endamê MP ya BDP’ê Ihsan Coşkûn jî axivî û diyarkir ku, “Pêwîste em bibin yek. Şehîdên me ji bo jiyanek azad li Dêrsimê li Zapê canê xwe didin. Em ji bo vana çi bikin.Pêwîste em di rêya şehîdên xwe de li qadan tekoşînê bidin meşandin.”

Coşkûn di axaftina xwe de banga tevlîbûna 3’mîn Kongreya BDP’a Wanê ya Awarte ku dê di demjmêr 11.00’an de li Salona Dewatê ya Dîren pêk bê kir. Piştî Coşkûn birayê gêrîla Kûrt Celal Kûrt axivî û destnîşan kir ku, “Ew ne tenê birayê mine, ew bira û şehîdê hemû Kurdistanê ye. Ez sipasiya xwe pêşkêşî we dikim ku ev birojane hûn xwedî lê derdikevin.”

Piştî axaftinên hatin kirin, mewlûd bi KUrdî hate xwendin. Piştî xwarina hate dayîn mewlûd bi dawî bû.