Li Wanê ji bo şervanê YPG’ê Acar mewlîd hate dayîn
Li Wanê ji bo şervanê YPG’ê Acar mewlîd hate dayîn
Li Wanê ji bo şervanê YPG’ê Acar mewlîd hate dayîn
Endamê YPG'ê Bayram Acar (Xemgîn Ozalp) di encama pevçûna li bajarê Qamişlo ya Rojava jiyana xwe ji dest dabû û ji bo Acar, li gundê Qorcenê ya bi ser navçeya Şaxê ya Wanê mewlîd hat dayîn.
Di 1'ê tîrmehê li Qamişloyê di navbera çeteyên El Nusra û YPG'ê de şer derket. Şervanê YPG'ê Bayram Acar û 5 hevalên xwe di vî şerî de jiyana xwe ji dest dabûn. Ji bo Acar, li gundê Qorcenê ku jê dayîk bûye mewlîd hat dayîn. Serokê rêxistina BDP'a Şaxê Fevzî Bargin, Serokê rêxistina BDP'ê ya Qelqeliyê Cîhan Hamzaogullari, rêveberên MEYA-DER'ê, endamên meclisa şaredariyê û gelek kes tevlî mewlîdê bûn.Wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîlayên PKK'ê yên di demên borî de jiyana xwe ji de dest dane, wêneyê Bayram Acar û ala Konfederalîzmê li malê hatin daliqandin.
Piştî dia hatin xwendin ji bo bi bîranîna kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqîqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê serokê BDP'a Şaxê Fevzî Bargin axivî û wiha got: "Şehîd Xemgîn û hevalên wî ji bo azadiya gelê xwe û ji bo aştî û biratiyê, li Kurdistanê têdikoşiyan û canê xwe feda kirin. Bi salane li hember gelê me zext tên meşandin û gelê me êşê dikişîne. Gelê Kurd tenê dixwazin wek gelê din xwedî mafê xwe bin. Êdî em naxwazin ciwanên xwe binax bikin." Piştî axaftinan, xwarina mewlîdê hat dayîn.