Li Wanê li dijî DAIŞ'ê konê nobedê hat vedan
Li Wanê li dijî DAIŞ'ê konê nobedê hat vedan
Li Wanê li dijî DAIŞ'ê konê nobedê hat vedan

Endamên DOKH'ê li navçeya Wan Ebexê, bi armanca pêşîgirtina li derbasbûna çteyên DAIŞ'ê, li ser sînor kon vedan û dest bi nobedê kirin.
Piştî îdîaya ku dibêje; ji Îranê gelek kes li ser sînorê navçeya Ebexê ya Wanê bi rêyên qaçax ji Îranê tên Tirkiyeyê û tevlî çeteyên DAIŞ'ê dibin, endamên Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) li taxa Navrî ya navçeya Ebexê ya Wanê kon vedan û dest bi nobetê kirin.
Hevşaredarên Ebexê Sûna Atabay û Farûk Demîr, endamên meclîsa şaredariyê û rêveberên DBP'ê û gelek welatî tevlî nobeda kon bûn.
Hevşaredara Ebexê Sûna Atabay, bal kişand ser polîtîkayên dewletê yên li sînor li hemberî kurdan pêk tîne û got: "Weke tê zanîn ku bi sedan sal in kurd di bin zilm û zordariyê de ne. Di heman demê de du sal in li Rojavayê Kurdistanê bi piştgiriya hêzên emperyalîst çete êrîşî Kurdan dikin û zextan pêk tînin. Ji bo balê bikşînin ser van zextan, li gelek cihên Kurdistanê me daxuyanî dan. Îro li navçeya me mixabin çete hewl didin ciwanên me bikşînin nava xwe. Em ji bo wan zextan şermezar bikin li vir in. Em dê 3 rojan li vir şev û roj nobedê bigirin. Em hemû gelê xwe dawetî vir dikin."