Li Wanê li hember 'dîwarê şermê' û 'darvekirinan' meş tê li darxistin

Li Wanê li hember 'dîwarê şermê' û 'darvekirinan' meş tê li darxistin

Rêxistina BDP'ê a Wanê, ji bo darvekirina siyasetmedarên kurd ên ji aliyê rejîma Îranê ve û "dîwarê şermê" yê ku li navbera bajarên Rojava û Bakurê Kurdistanê de tê lêkirin protesto bike dê sibe li navenda bajar meşekê li darbixe.

Rêxistina BDP'ê a Wanê, dê sibê darvekirina siyasetmedarên kurd ên ji aliyê rejîma Îranê ve û "dîwarê şermê" yê ku li navbera bajarên Rojava û Bakurê Kurdistanê de tê lêkirin protesto bike. BDP, dê sibe saet di 14.00'an de li ber Parqa Feqiyê Teyran bicivin û heta avahiya Rêxistina BDP'ê ya ku li ser rêya hevrîşîm meşek li darbixe. Der barê meşê de Hevserokê BDP'ê yê Wanê Musa Îtah ji bo beşdariya meşê bang li gel kir û wiha got: "Bi salane dixwazin li ser gelê kurd polîtîkaya "dabeşke, perçeke û rêvebibe" bi meşîne û bi wî awayî hewl didin ku gelê kurd ji hev cuda bikin. Bi lêkirina sînor ya di navbera kurdan de, di xwazin erdnîgariya kurdan û yekitiya gelê kurd bi diwarê şermê xirab bikin. Lê kirina diwar vê yekê dide nîşandan. Ji bo ku em li hemberî diwarê şermê û daliqandinên rejîma Îranê derkevin em hemû gelê me vedixwînin meşê."

Li piştî axaftinê ji bo beşdar bûna meşê li navenda bajar û taxan belavok hatin belav kirin.