Li Wanê polîsan zarokek astengdar birîndar kir

Li Wanê polîsan zarokek astengdar birîndar kir

Li taxa Xarçort ya Wanê ciwanên ku ji bo protesto kirina girtinên beriya du rojan li Şirnexê pêkhatin çalakî pêkanîn, polîsan êrîş kir ser. Di êrîşê de zarokek yê astengdar birîndarbû. Piştî birîndariyê polîsan zarok xiste wesayîta zirxî, her wiha piştî berteka gel ji wesayîtê derxistin û birin nexweşxaneyê.

Gelek ciwanên ku li Taxa Xacort ya Wanê hatin gel hev, bi armanca protesto kirina girtinên beriya du rojan li Şirnexê pêkhat, çalakî pêkanîn. Ciwanên ku li taxê bend danîn, agir pêxistin. Piştî demekê kurt polîs hatin taxê, bi bombeyên gaze û ava şid êrîş kirin. Ciwanan bi molotof û keviran bersiva polîsan da. Ji ber zêdebikaranîna bombeyên gazê, tax ma di bin ewrê gazê de.

Li aliyê din jî dema ku zarokekî astengdar di rê de diçû, polîsan bi ava şid mudaxele kir û birîndar bû. Girseya ku bertek nîşanda zarokê astengdar xistin wesayîta zirxî ya akrep, ji wesayê derxistin û welatiyan zarok rakirin nexweşxaneyê.

Li taxê di navbera polîs û ciwanan de pevçûn didomin.