Li Wanê rêya 76 gundan hat girtin

Li Wanê rêya 76 gundan hat girtin

Li Wanê berf bi hemû dijwariya xwe dibare. Ji ber berfa ku duh êvarê dest bi barînê kir, rêya 76 gundan li çûn û hatinê, hat girtin.

Berfa ku duh êvarê dest bi barînê kir li Wanê bandoreke neyînî li jiyanê dike. Berfê trafîk jî xetimand. Li Derbasokên Kûrûbaş û Guzeldere yên li bejahiya rêya Wan-Colemêrgê, ber mij û berfê, trafîk di rewşeke zehmet de ye. Ji ber berfa zêde rêya 76 gundan hat girtin. Ji bo vekirina rêyên gundan, xebat didomin. Waniyên serê sibê ji xew şiyar bûn, bajarekî spî dîtin.

Rayedarên meteorolojiyê ragihandin ku ew li bendê ne hewa sar û berf di dawiya hefteyê de jî bi bandor be.