Li wargeha Dedêran mêvanên nû

Li wargeha Dedêran mêvanên nû

Kampa Dedêran a li Sêrtê van rojan zêdeyî hezar Êzidiyê ji Şengalê hatin vedihewîne. Hevşaredarê Sêrtê Tûncer Bakirhan da xuyakirin ku pêwîste gel alîkariya xwe ya madî û manewî ya ji bo Şengaliyan zêde bike.

Hezar û 300 Şengaliyên ji ber hovîtiya DAIŞ'ê neçar man cih û warên xwe biterikînin û di ser Zaxo re derbasî Bakurê Kurdistanê bûn, li Kampa Dedêran a ji aliyê Şaredariya Sêrtê ve hatiye çêkirin, hatin bicihkirin.

Kampa Dedêran a li Taxa Aştî ya Sêrtê, ji aliyê paqijî, rêk û pêkiyê yek ji wargehên mînakdar e ku ji bo Kurdên Êzidî hatiye çêkirin. Wargeh li gorî şert û mercên zivistanê hatiye amadekirin. Li her mala li wargehê banyo, mutbex, odeya rûniştinê, tiwalet heye. Ya herî girîng jî li her malê ava vexwarinê heye.

Hemû xebatên li wargeha ji aliyê Şaredariya Sêrtê ve hat amadekirin, ji aliyê maseya qrîzê ya ji aliyê şaredariyên DBP'yî ve hat avakirin, tê koordînekirin.

Hevşaredarê Sêrtê Tûncer Bakirhan der barê kampê de agahî da ANF'ê û got, "Heta niha bi du qefîleyan Şengalî hatin kampa me. Koma destpêkê ji 850 kesî pêk dihat. Ev hejmar piştre bi veguhastina mêvanên ji bajarên derdorê re derket 1300 kesî. Kapasîteya kampa me 1300 kes e û niha tijî bûye."

Bakirhan diyar kir ku kamp weke wargeheke ji her alî ve temam ji aliyê Şaredariya Sêrtê ve hatiye çêkirin.

Bakirhan got, "Pirsgirêk rê, av û stargehê nîne" û destnîşan kir ku ti saziyên dewletê alîkarî nedane.

Bakirhan da zanîn ku hemû pêwîstiyên kampê ji aliyê gel û Şaredariya Sêrtê ve tê dayîn û bal kişand ser kêmasiyên heyî yên li kampê. Bakirhan got, "Tişta ku herî zêde niha pêwîstî pê heye, li gel xwarinê, eşyayên mîna sarincok û ocax e."

Hevşaredar ji bo koçberên Şengalî got, 'mêvanên me ne' û diyar kir ku Şaredarî xwarina germ dide, lê ji bo karibin jiyana normal bidomînin divê beşdarî aktîvîteyên pêwîst ên rojane bibin. Bakirhan ji bo vê yekê jî mînaka çêkirina xwarinê da.

Bakiran da xuyakirin ku weke Şaredariyên DBP'yî ew seferber bûne û ew vê seferberiyê weke wezîfeyê dibînin û bal kişand ser girîngiya dewamiya desteka gel.

Hevşaredar Tûncer Bakirhan da zanîn ku di rewşên awarte de wezîfeyên girîng dikevin ser milê Kurdên li Ewropayê û bang kir ku tevî alîkariya madî û manewî di qada dîplomasiyê de jî karên aktîf bimeşînin.

Nûçe û wêne: Avesta Kiliç-Sêrt