Li Wargeha Ş. Rustem 3. Konferansa Tev-çandê bi dawî bû

Li Wargeha Ş. Rustem 3. Konferansa Tev-çandê bi dawî bû

Li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (mexmur) 3.  konferansa  Tev-Çandê bi dawî bû.

Konferansa Tev-Çandê ya  ku duh li wargehê  hatî destpê kirin, bi rewşa siyasî, rewşa rêxistinî, pêşniyar, biryar, plan nameya du salan berdewam kirin. Koordinasyona Tev-çandê yek jin 3 zilam hat hilbijartin. Konferans kirin diyariya hersê xebatkarên çandê   “Şervan, Welat, Osman” yên ku li Rojavayê Kurdistanê di encama teqinekê de jiyana xwe ji dest dayîn.

Di konferansê de biryar hate girtin  ji bo azad kirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xebat were meşandin.

Konferans di dawiyê de bi dirûşmeyên “ Bijî Serok Apo”  “Bi can bixwîn em bi terene ey Serok” konferans bi dawî bû.