Li Wargehê ciwan û jinan 15'ê Sibatê şermezar kirin
Li Wargehê ciwan û jinan 15'ê Sibatê şermezar kirin
Li Wargehê ciwan û jinan 15'ê Sibatê şermezar kirin
Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Komelên Ciwan ya Wargehê û Meclisa Îştar ya Wargehê ji bo şermezarkirina 15'ê Sibatê meşeke bi meşaleyî li dar xistin.
Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Komelên Ciwan ya Wargehê û Meclisa Îştar ya Wargehê ji bo 14'emîn salvegera 15'e Sibatê roja anîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Tirkiyeye şermezar bike bi girseyî meşeke bi meşaleyî pêk anîn û daxuyanî dan. Di meşê de timûtim sloganên "Bijî Serok Apo", "Bimire Komploya Navneteweyî" hatin gotin.
Girseya qelebalix piştî meşê li Qada TEV-ÇAND ya Wargehê kom bû û li wir daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Endama Komalên Ciwan ya Wargehê Zahîde Yilmaz ve hat xwendin. Yilmaz di daxuyaniyê de dest nîşan kir ku, sekna Rêberê Gelê Kurd ya Îmrali komplo vala derxistiye û wiha berdewam kir: Bi 15'ê Sibatê sala 1999'a hate armanckirin ku bi girtina Rêbertiyê tevgera azadiya, gelê Kurd û mirovatî neçarî binketin û mehkûmî tunebûnê bibin. Lê Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê ji aliyê Rêber Apo, gel û tevgerê ve vala derket. Roja Reş û tarî di encama berxwedan, serhildan û çalakiyên egîdane de veguherî vejîna gel. Di encama vê vejînê de tevahî ewrên reş û tarî hatin ronîkirin. Di berbanga sibehê de roja ku ji Girava Îmralî hilat, tîna xwe berda ser dil û mejiyên qeşagirtî. Dilê bêrehim û mirovên ji exlaq û wijdan bêpar binketina xwe dîtin û niha jî hewl didin bi tecrîda girankirî, bi astengkirina parêzeran, bi operasyonên qirkirinê bi ser bikevin.
'DI ROJA ME DE PLANGERÎ TÊ DUBAREKIRIN'
Zahîde Yilmaz wiha berdewam kir: " Her çi qasî ji aliyê Rêbertiyê ve ev plangerî vala hatibe derxistin jî, lê heman hêz di roja me ya îro de plangeriyên xwe yên navdewletî dubare dikin. Êrîşa ku lipaytexta Fransa Parîsê li ser jinên Kurd hat pêşxistin ne tenê li hemberî hersê jinên têkoşer bû. Ev êrîş di cewhera xwe de, êrîşeke li ser felsefe, paradîgma û bîrdoziya Rêbertiyê ye.
'FELSEFEYA RÊBER APO FERMAN DIDE ME'
Yilmaz da xuyakirin ku, bi berxwedanê komplo vala derketiye û gotinên xwe wiha bi dawî kir: "Ji ber ku ruhê berxwedan, serhildan û têkoşîna Rêheval Sara, Ronahî û Fîdan ferman dide me. Felsefeya Rêber Apo ferman dide me. Çawa Rêheval Sara, Ronahî û Fîdan bi ciwanî destpêkirin û bi ciwanî ber bi serketinê ve çûn. Em ê jî weke jin û ciwan vê têkoşîne bi ciwanî ber bi rojên şad û serfiraziyê ve bibin."