Li wargehê komkujî hatin şermezar kirin
Li wargehê komkujî hatin şermezar kirin
Li wargehê komkujî hatin şermezar kirin
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem ji bo Komkujiya Qamîşlo, Helebçe û Gaziyê merasîmek hat li darxistin û kesên di wan komkujiyan de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bîranîn.
Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem (Mexmûr) li Saziya Malbatên Şehîdan ji bo Komkujiya Qamîşlo, Helebçe û Gaziyê bi beşdariya niştecihên wargehê merasîmek hat li dar xistin û kesên di wan komkujiyan de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bîranîn. Merasim ji bo cangoriyên Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Di merasimê de Endamê Meclîsa Gel a Demokratîk Dr. Mahsum got: "Em di destpêkê hêz û kesên ku komkujiya Helebçe, Qamişlo û Gaziyê pêk anîn şermezar dikin. Di dîroka gelê Kurd de bi sedan car gelê me di komkujiyan re derbasbûye, lê ya girîng ew bû ku tu caran gelê me ev kiryarên qirêj ên ku dijmin ji bo tunekirinê li ser wan dane meşandin ji bîr nekir. Divê gelê Kurd dest ji dîroka xwe ya ku bi xwînê hatiye nivîsandin bernede û her tim doza azadiyê bişopîne. Ji ber ku her gelek bi dîrok û çanda xwe tê naskirin. Eger îro em dîroka xwe û van tiştên ku bi serê me hatine ji bîr bikin wê dijmin van kiryaran li ser me berdewam bike. Lê eger em wan li hemberî kiryar û komkujiyên ku li ser me hatine meşandin bi ruhê serhildanê bersivbidin, wê tu caran dijmin nikaribe bigihîje armanca xwe. Wê hêza gelê Kurd bibîne û wê nikaribe bi ser gelê me de were."
Di dawiya axaftina xwe de Dr. Mahsum got: "Divê ji her demê bêhtir em li vê pêvajoyê xwedî derkevin û hişyar bin. Ji ber ku eger em ne hişyarin dibe ku em gelek desketiyên xwe wendabikin. Di vê ku em di vê pêvajoyê de hewl bidin ku em Rêbertiya xwe azad bikin û bi hev re jiyaneke azad bijîn."