Li Wargehê Konê piştgiriya bi Rojava re
Li Wargehê Konê piştgiriya bi Rojava re
Li Wargehê Konê piştgiriya bi Rojava re
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî, Komalên Ciwan bi dirûşma 'Roj roja herikîna ber bi Rojava ye' konê piştgiriyê veda.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî, ji bo piştgiriya gelê Rojava konê alîkariyê hat vedan. Konê duh hat vedan wê heta sibê vekirî bimîne û nobed bê girtin.
Endama Komalên Ciwan Fatma Uren li vir axivî û got "Herçend Rojavayê Kurdistanê herêmeke biçûk be jî her dem bûye alîgirê têkoşînên azadiyê yên gelê Kurd. Gelê me yê Rojava ji bo jiyanek azad û Sûriyeyeke demokratîk her dem di nava têkoşînê de ye. Rojava di têkoşîna demokratîk a gelê me de xwedî girîngiyek statejîk e. Her wiha emê bibin perçeyek ji têkoşîna li wê derê tê meşandin. Li dijî hêzên ku ji her alî çeteyan tînin û bi êrîşan dajon ser gelê me, emê li cem gelê xwe cih bigirin. Ev çalakî ji bo me destpêkeke.""
Piştî daxuyaniyê filma bi navê Qurban ku li Mexmûr hatibû çêkirin hat nîşandan. Li binê kon pêşbirkên zanyariyê hatin organîzekirin û stran hatin gotin.
Komalên Ciwan wê sibê bi mîtîngekê li gel TEV-ÇAND'ê dawî li vê çalakiya xwe bîne.