Li wargehê meşek biheybet ya li dijî komploya 15’ê Sibatê
Li wargehê meşek biheybet ya li dijî komploya 15’ê Sibatê
Li wargehê meşek biheybet ya li dijî komploya 15’ê Sibatê
Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem bi armanca şermezarkirina 15'ê Şibatê meşeke bi heybet hat lidarxistin.
Niştecihên Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem ku ev hefteyeke bi çalakî û daxuyaniyan 15'ê Sibatê ya Radestkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê şermezar dikin. Îro jî bi meşeke bi heybet nerazîbûn û berteka xwe ya li hemberî 15'e Sibatê nîşan da. Ji heft salî heta heftê salî mirovên wargehê bi cil û bergên xwe yên reş û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên KCK'ê û PKK'ê û KJB'ê meşiyan. Meş li ber deriyê Şaredariya Wargehê dest pê kir, girse dema gihişt ber Buroya NY ya Wargehê dengên dirûşmayan bilind bû. Di tevahiya meşê de dirûşmayên "Bijî Serok Apo", "Tu Kes Nikare Roja Tarî Bike", "Bê Serok Jiyan Nabe" hatin gotin. Girse, paşê li Navenda Qada TEV-ÇAND'ê Kom bû û li vir ji aliyê Meclîsa Gel a Demokratîk ve der barê şermezarkirina Komploya Navneteweyî de daxuyanî hat dayîn.
Daxuyanî ji aliyê Endamê Meclîsa Gel ya Demokratîk Amed Kîlîm ve hate xwendin. Kîlîm da diyarkirin ku dewlet nikare Rêbertiya me û gelê Kurd bi komployan tune bike û wiha got: "Em ketine 14'emîn Salvegera komploya 15'ê Sibatê ya di kesayeta Rêbertiya me de, li dijî partiya me PKK'ê û daxwazên azadiyê yên gel pêk hatine. Em careke din hemû hêzên di vê komployê de cih girtine, şermezar û rûreş dikin. Ev berxwedana bêhempa ya îdeolojîk, polîtîk, exlaqî û neteweyî ya Rêber Apo têkoşîna azadiya gelê Kurd a ku di 14 salan de pêşkêş kirin, em silav dikin. Her wiha em şehîdên xwe yên qehreman ku bi dirûşmaya hûn "Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikîn" li dijî Komploya navneteweyî bedena dan ber agir û bi vê helwesta xwe darbeyek mezin li komplogeran dan, bi bîr tînin."
Kîlîm her wiha anî ziman ku "Komploya Navneteweyî êrîşeke herî qirêj, bêexlaqî û herî zordare. Dihat xwestin ku, di kesayeta Rêber Apo de, gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn teslîm werin girtin û hewl didan sîstema xwe ya misoger ava bikin. Komplo berdewama siyaseta qirkirinê ya ji Peymana Lozanê destpê kir bi awayekî hovane û bêwijdanî pêk anîn. Polîtîkaya ji dîrokê rakirina gelê Kurd didan meşandin; lê belê ev berxwedana wan bi ser neket."
Kîlîm di heman demê de da xuyakirin ku, Komkujiya Parîsê ya li dijî hevalên wan pêk hat nîşan daye ku pêvajoyek çi qas pêvajoyeke aştiyane ye. Û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Plana tunekirinê ya ku AKP'ê di bin navê pêşîvekirinê de li dijî Tevgera Azadiya Gelê Kurd dimeşîne, pir baş hatiye ditin. Çawa Komploya 15'ê Sibatê ya li hemberî Rêbertî û gelê Kurd vala hat derxistin, di roja me de planên aştiyê yên sexte weke berdewama komploya navneteweyî ku tên pêşxistin wê vala werin derxistin.
Eger aştiyek rast bixwazin, pêwîste, AKP nêzîkatiyên jidil bike." Kîlîm herî dawî got: "Şert û mercên me yên sereke azadiya Rêbertiya me ye. Li ser vê esasê em weke gelê Wargeha Mexmûr vê Roja Reş careke din lanet dikin û girêdana xwe ya bi Rêbertî û Şehîdan re didin diyarkirin û soz didin heta azadiya Rêberê me, em ê têkoşîna xwe ya mafdar berdewam bikin."
Piştî daxuyanî bi dawî bû, zarokan helbestên ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nivîsandibûn xwendin.