Li Wargehê pîrozbahiya bi heybet a 15’ê Tebaxê

Li Wargehê pîrozbahiya bi heybet a 15’ê Tebaxê

29’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê li Wargeha  Penaberan a Şehîd Rustem bi tevlîbûneke coş a bi hezaran niştecihên wargehê hat pîrozkirin. Di şahiyê Şoreşa Rojava hat silavkirin û êrîşên paşverû hatin şermezarkirin.   

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Pêngava 15’ê Tebaxê li Qada TEV-ÇAND a Wargehê ber bi saetên êvarê ve bi beşdariya bi hezaran niştecihên wargehê û mêvanan bi coşeke bêhempa bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên Kurdistan destpê kir. Li qada pîrozbahiyê posterên mezin ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Sakîne Cansiz; alên PKK, HPG, TEV-DEM, posterên cangoriyên Kurdistan ku hatibûn daliqandin pankartên “Em Pêngava Çareseriya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad Silav Dikin”, “Bijî 15’ê Tebaxê”, “Pêngava 15’ê Tebaxê Pîroz be” qada pîrozbahiyê xemiland. 

FELSEFE Û BÎRDOZIYA RÊBERÊ GELÊ KURD

Li ser wate û girîngiya Pêngava 15’ê Tebaxê Endamê Meclîsa Gel a Demokratîk Ferhad Mêrdîn ku axaftinek kir di destpêka axaftina xwe de 15’ê Tebaxê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, cangoriyên Kurdistan, gerîlayên HPG’ê û li tevayî gelê Kurd pîroz kir. Mêrdîn di berdewama axaftina xwe got, “Pêngava 15’ê Tebaxê di pêvajoyeke ku gelê Kurd ber bi tunebûnê ve diçû, ketibû rewşeke wiha ku êdî ji hebûna xwe ditirsiya hat pêşxistin. Di fermandariya Rêheval Egîd de gelê Kurd ji nû ve afirî, bû xwedî hebûn û di roja me de êdî wek gelê serhildêr nêzî azadiyê ye û pêşengiyê ji gelên din re jî dike.”

Ferhad Mêrdîn her wiha ku behsa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di avakirin û pêşxistina têkoşîna azadiyê de kir wiha got, “Rêber Apo bi bîrdozî û felsefeya xwe têkoşîn û tevgereke ku tu carî tu hêz nikaribin ji hole rakin ava kir û pêş xist.”

Mêrdîn di dawiya axaftina xwe de ku bal kişand ser Şoreşa Rojava û êrîşên komên çete yên paşverû da xuyakirin ku li ser esasên fikir û ramanên Rêber Apo îro li Rojavayê Kurdistanê mîlad û dîrokeke nû tê jiyîn û wiha berdewam kir: “Li Rojavayê Kurdistan berxwedaneke mezin a gelê me heye. Li hember wê di serî de dewleta Tirkiyeyê ya dagirker bi piştgiriya komên çete yên paşverû hewl didin destketiyên gelê Kurd tune bikin. Lê wê qet bi ser nekevin. Li ser vî esasî em di serî de Yekîneyên Parastinê yê Gel (YPG)’ê tevayî gelê me yê li hemberî, çeteyan, xayîn û hevkaran berxwedaneke bêeman pêş dixin bi dil û can silav dikin.”

Piştî axaftina Ferhad Mêrdîn qediya gel li ser piyan dirûşmayên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana YPG” berz kirin. 

Hozan Comerd ku di nav dirûşm û çepikan de derket ser dikê Pêngava 15’ê Tebaxê li gelê wargehê pîroz kir û bi stranên xwe gel coşand.  

JI TAHÎR KEMALÎZADE Û DIYAR XERÎB BANGA YEKÎTIYÊ  

Her wiha Hevserokê KNK’ê Tahîr Kemalîzade û Hevserokê PÇDK’ê Diyar Xerîb jî ku di şahiyê de ji bo gelê wargehê axivîn, kêfxweşiya xwe ya hatina wargehê anîn ziman. Cejna vejînê ya gelê Kurd pîroz kirin û peyamên yekîtî û piştevaniyê dan.

Paşê komên folklor, şano û muzîkê yên girêdayî TEV-ÇAND  a wargehê ku derketin ser dike,  di nav wan de  hunermend Hemîd Diyana,  Denîz Deman, kom û hunermendên Kerkûkê derketin ser dikê û coş tevlî coşa gelê wargehê kirin. 

Şahiya heta derengiya şevê ku berdewam kir bi fîşekên hewayî ku asîmanê wargehê veguherand şahiya rengan û bi dirûşmayên “Bijî Serok Apo” şahî qediya.