Li Wêranşar û Cizîrê pevçûn
Li Wêranşar û Cizîrê pevçûn
Li Wêranşar û Cizîrê pevçûn
Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê di navbera polîs û ciwanên 14'emîn salvegera roja Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anîn Tirkiyeyê şermezar dikirin peçvûn derket û 6 kes hatin binçavkirin. Li Cizîrê jî di navbera polîs û ciwanan de jî pevçûn derketin û berdewam dikin.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi armanca şermezarkirina 14'emîn salvegera roja Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anîn Tirkiyeyê li Kolana Îdîlê çalakî pêk hat û rê li trafîkê hate girtin. Li navçeyê polîsan bi wesayîtên zirxî tedbîr girtin û ji bo ciwan belav bibin bi bombeyên gazê û ava şid êrîş kirin. Ciwanan jî bi keviran bersiva polîsan dan. Polîsan bi wesayîtên zirxî û TOMA'yan hemû koçeyên kolanên Nisêbîn, Yafes û Îdîlê girtin. Pevçûnên li navçeyê dest pê kirin li tevahiya navçeyê belav bûn û berdewam dikin.
LI WÊRANŞARÊ 6 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê jî bi heman armancê çalakî pêk hatin. Ciwanên li taxa Şirnexê hatin cem hev riya Oglakçi bi tekere û konteynerên çopê li trafîkê girtin. Ciwanên ji bo PKK û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan slogan qîriyan rastî êrîşa polîsan hat. Ciwanan jî bi keviran bersiva polîsan da. Di dema pevçûnan de 6 ciwan hatin binçavkirin.