Li Wêranşarê 3 BDP'yî hatin binçavkirin

Li Wêranşarê 3 BDP'yî hatin binçavkirin

Li Wêranşarê di serdegirtina malan de 3 BDP'yî hatin binçavkirin.

Li navçeya Riha Wêranşarê, polîsan îro danê sibê avêtin ser malên li taxên Şirnak û Yenîşehîrê.

Di encama serdegirtinê de endamê Meclîsa Giştî ya Bajarê Rihayê yê BDP'yî Îbrahîm Ozturk, endamên BDP'ê Xoşnav Ata û Ferît Suer hatin binçavkirin.

Sedema binçavkirina her sê BDP'yiyan nehat zanîn. Binçavkiriyên ku birin Muduriyeta Emniyetê ya Navçeyê, piştî kar û barên li vê derê tê payîn bibin Muduriyeta Emniyetê ya Bajarê Rihayê.