Li Wêranşarê ji bo Rojava kampanyaya alîkariyê hat destpêkirin

Li Wêranşarê ji bo Rojava kampanyaya alîkariyê hat destpêkirin

Li navçeya Wêranşar a Riha ji bo Rojavayê Kurdistanê kampanyaya alîkariyê hat destpêkirin.

Meclîsa Ciwanan a BDP’ê ya Wêranşar, bi daxuyaniya ku da ji bo Rojava kamnpanyaya alîkariyê da destpêkirin. Bi dehan ciwanên ku li Parka Maliye hatin cem hevdu, bi dovîzên "Em Şoreşa Rojava silav dikin”, "Zilm li her cihî zilm e”, "Rojava ne bi tene ye", "Li Rojava xwedî derkev”, "Bêdengî hevparî ye”, "Li ber xwe bide Rojava", "Li Misrê jî li Rojava jî em eynî ne” meşek li dar xist.

Piştî meşê xwendekarê Fakulteya Huqûqê Îbrahîm Ektî, destnîşan kir ku li Rojava trajediyeke însanî heye û got ku gelê Rojava ne bi tenê ye û xwest gelê Wêranşar li Rojava xwedî derkeve. Ektî anî ziman ku wê ji îro û şûn ve ji bo Rojava kampanyaya alîkariyan bidin destpêkirin û wek Wêranşar wê ambargoya li dijî Rojava bişkînin.

Piştî daxuyaniyê ciwanan 3 deqîqeyan çalakiya rûniştinê pêk anîn.