Li Wêranşarê malbatên gerîla û girtiyan pêvajo nîqaş kirin

Li Wêranşarê malbatên gerîla û girtiyan pêvajo nîqaş kirin

MEYA-DER û TUHAD FED'ê li navçeya Wêranşarê malbatên gerîlayên PKK'ê yên di şer de jiyana xwe ji dest dane û malbatên girtiyan anîn cem hev û pêvajo nîqaş kirin. 

Rêveberên MEYA-DER û TUHAD FED'ê ya Wêranşarê malbatên gerîlayên PKK'ê yên di şer de jiyana xwe ji dest dane û malbatên girtiyan, li salona Konferansê ya Fethî Yildirim a Rêxistina BDP'ê ya Wêranşarê anîn cem hev.

Sekretera TUHAD FED'ê Fatma Gokkan, rêveberên MEYA- DER'ê jî di nav de bi sedan endamên malbatan amade bûn. Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir. 

Nûnerê MEYA- DER'ê Medenî Aktar diyar kir ku, ji bo rewşa malbatan fêr bibin û bi hev re gavên çareseriyê biavêjin wan ev civîn pêk aniye.

Endamên malbatan jî pirsgirêkên xwe û fikrên xwe yên têkildarî pêvajoyê anîn ziman. Malbatan bilêv kirin ku, dê piştgiriyê bidin pêvajoyê û têkoşîna xwe berdewam bikin.