Li Wêranşarê polîsan êrîşî hezaran kesî kir

Li Wêranşarê polîsan êrîşî hezaran kesî kir

Bi hezaran kesên li Wêranşarê ji bo Rojavayê Kurdistanê kombûn, polîsan bi bomeyên gazê êrîş kir.

Mitînga ku ji aliyê Meclisa Jinan ya BDP’ê bi şîara “Roja ku ji Amara derket, dê Rojava azad bike” bi hezaran kesên ku piraniya wan jinin li ber Navenda Çand û Hunerê ya Med ya Şaredariya Wêranşarê kombûn, polîs bêy ku hişyarekiyekê bikin bi bombeyên gazê êrîşî girseyê kir. Bi hezaran kesên di nav de Hevseroka Giştî ya BDP’ê Gultan Kişanak, Parlementerên BDP’ê Nûrsel Aydogan, Pervîn Buldan û Mulkiye Bîrtane heyî polîsan di dema axaftina Bîrtaneyê de êrîş kir. Berdevka Meclisa Jinan ya BDP’ê Pelîn Yilmaz, Aydogan û gelek kes bêhal bûn. Yilmaz ku rewşa wê nebaşe, ji bo wê ambulansek xwestin û êrîşa polîsan hêjan didome.