Li Xaneqînê êrîş: 19 kesan jiyana xwe ji dest da

Li Xaneqînê êrîş: 19 kesan jiyana xwe ji dest da

Li navçeya Xaneqîn a girêdayî Diyala li dijî 2 otobûsên karkeran êrîş pêk hat. Li gor agahiyên destpêkê 19 karkeran jiyana xwe ji dest daye û 7 jî birîndarin.

Di navbera navçeya Xaneqîn û bajaroka Mendiliyê yên girêdayî bajarê  Diyala li hemberî 2 otobusên karkerên ku li neftxaneyê de kar dikin vê evarî  êrîş pêk hatin. Li gor agahiyên destpêkê 19 karkeran jiyana xwe ji dest da û 7 karker jî birîndar bûne.

Ji ber rewşa birîndaran giran e gumana zêdebûna miriyan heye.