Li Xaneqînê gorek komî hate dîtin

Li Xaneqînê gorek komî hate dîtin

Îro li taxa Bexdiyarî ya bajarê Xaneqîna Başûrê Kurdistanê goreke din a komî hate dîtin. Hat diyarkirin ku dema bingeha xaniyekê dihate kolandin ev kor hatiye dîtin.

Dîroka vê gora komî nayê zanîn, lê tê texmînkirin ku gora komî ya qûrbaniyên di serdema rejîma Baas a Seddam Huseyin de be. Lê hate diyarkirin ku lêkolîna li ser gora komî berdewm dike.

Derbarê hejmara kesên di vê gora komî de hatine bicihkirin de tu daxuyaniyek nehate dayin. Hate diyarkirin ku ev gora komî nayê zanîn ya kîjan dîrokê ye.

Qeymeqamê Mûsa Mele Hesen diyar kir ku ew ê piştî lêkolînan derbarê gorê de agahiyên berfireh bidin.