Misir ku di navbera Îsraîl û Hamasê de navbeynkariyê dike, diyar kir ku ji bo agirbesta li Xazzeyê her du aliyan li hev kiriye.
Wezirê Karê Derve yê Misirê Muhammed Kamil Amr bi Wezira Karê Derve yê DYA'yê re derket pêşberî çapemeniyê û da zanîn ku dê li Xazzeyê agirbest were îlan kirin.
Amr dest nîşan kir ku agirbest dê îşev li gorî dema heremî seat 21.00'an destpêbike.
Clintona ku îro tevlî pazariyên agirbestê bibû jî wisa axivî: "Divê dawî li êrîşên roketan bê û divê ji hemû demî zêdetir aramiyek were herêmê."
Ji serokwezareta Îsraîlê jî daxûyanek hate kirin û îlankirina agirbestê hate piştrastkirin.
Artêşa Îsraîlê ji roja çarşema heftêya borî vê li dijî Şeriya Xazzeyê operasyonên xwe dimeşine. Di operasyona bi hinceta êrişên roketan yên komên Filistînî tê meşandin de, heya niha herî kêm 120 Filistînî jiyana xwe ji dest da. Di êrîşên li dijî Îsraîlê de jî heya niha 5 Îsraîlî hatin kuştin.