Li Xelfeliyê Newroz hat pîroz kirin
Li Xelfeliyê Newroz hat pîroz kirin
Li Xelfeliyê Newroz hat pîroz kirin
Li bajaroka Xelfeliyê ya Îdîrê pîrozbahiyên Newrozê heta derengî şevê berdewam kirin.
Li bajaroka Xelfeliyê ya Îdîrê li Kolana Mezopotamyayê Newroz hate pîrozkirin. Şahiya di demjimêr 18.00’an de dest pê kir welatî bi kincên xwe yên gelêrî tevlîbûn û pîrozbahiyê heta derengî şevê berdewam kir. Di şahiyê de sloganên "Ciwan can goriyên Apo ne" û “Bijî Serok Apo" hatin qîr kirin. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Îdîrê Mehmet Çirka, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Xelfeliyê Ayhan Tunç, Şaredarê Xelfeliyê Omer Aksu û bi hezaran kes tevlî pîrozbahiyê bûn.
Serokê Rêxistina BDP'ê yê Bajar Mehmet Çîrka diyar kir ku, kurdan her tim di qadên Newrozê de dîrok nivîsandiye û wiha got: "Kurdan di Newroza 2013'an de dîrok nivîsandin. Ji ber ku di Newrozan de hemû daxwazên xwe bi cih aniye. Berê jî muzakere dihatin kirin lê her tim Kurd dihatin xapandin. Baweriya me bi muzakereyên vê carê hene. Ji ber ku Birêz Ocalan li ser masê ye."
Şaredarê Xelfeliyê Omer Aksu jî diyar kir ku, divê hemû kes xwedî li pêvajoya aştiyê derbikeve û wiha got: “Di pêvajoya aştiyê de aştî û biratî heye. Divê em hemû xwedî li pêvajoya aştiyê derbikevin." Wekîlê Şaredarê Îdîrê Huseyîn Malk jî axaftinek kin kir û bal kişand ser geşedanên pêvajoyê.
Şahiyê bi stranan heta derengî şevê berdewam kir.