Li xeta sînor herî kêm li 10 gundan wê nobet bê girtin
Li xeta sînor herî kêm li 10 gundan wê nobet bê girtin
Li xeta sînor herî kêm li 10 gundan wê nobet bê girtin
Bi hezaran kesên ku ji bo piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê hatin Pirsûsê wê li 10 gundên li ser sînor nobetê bigirin.

Gelê ku ev hefteyeke li ser sînorê Kobanê-Pirsûsê li dijî leşker û polîsan li ber xwe didin, berxwedana xwe li ser xeta sînor belav dikin. Bi hezaran kesên li navenda Pirsûsê hatin cem hev li xeta sînor a 25 km’yî li nuqteyên hatine diyarkirin hatin bicihkirin. Li gundê sînor ên Alîzêra, Merdesimêl, Kozika, Zehwan, Dewşen, Etmanik, Hanêrk, Boyde, Aşmê û Siwêdê wê nobet bên girtin.
Bi sedan kesên ji Bedlîs û navçeyên wê hatin li gundê sînor Tîlverdan a li hemberî gundê Zorava ya di bin kontrola YPG’ê de ye bicih bûn.
Du panzer du akreb û bi sedan wesayît li sînor dipên.

HEVSEROKÊ DBP Ê KERBORANÊ DI BIN ÇAVAN DE YE
Li Pirsûsê terora polîs didome. Polîs û leşker kesên ku tên bajar asteng dike ku biçin sînor.
Her wiha Hevserokê DBP’a Kerboranê Abdullah Aslan û kesên li gel wî ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Her wiha rojnameger Faruk Siyakoç ê dîmen dikişand hat derbkirin.
