Li Xîzanê konsera alîkariyê ji bo Rojava û Şengalê

Li Xîzanê konsera alîkariyê ji bo Rojava û Şengalê

Meclîsa Ciwanan a DBP'ê ya Xîzanê, bi armanca piştgirîdayîna gelên Rojava û Şengalê, konserek lidar xist.

Meclîsa Ciwanan a Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) ya navçeya Bedlîs Xîzanê, bi armanca piştgirîdayîna gelên Şengal û Rojava li Qada Cûmhûriyetê konserek lidar xist. Li qada konserê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulalh Ocalan û gerîlayên PKK/HPG yên ji Xîzanê yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane, hat daliqandin.

Li gel girseya qelebalix, Hevşaredar Îhsan Ûgûr û Rûken Yildirim, Hevşaredara Norşînê Nazîme Arvas, rêveberên DBP'ê yên bajar û navçeyê û Hevşaredarên Bajarokan amade bûn. Beriya konsera Seyda Perînçek Mele Seîd axaftinek kir û got, "Eger em Îslamiyetê baş zanibin, em ê bibînin ku ev tiştên tên kirin neheqî ye. Zilmê li gelê me jî li ola me jî dikin. Ez bang li tevahiya gelan dikim, bêdengiya li hovîtiya DAIŞ'ê, hevkariya hovîtiyê ye. Bangeke Seîdê Kurdî heye; 'Ey gelê min bibin yek, di nava xwe de yekîtiyê çê bikin û li dijî neheqiyê derkevin.'

Rayîfe Hergul a zarokeke wê di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest daye, YPG, YPJ û HPG silav kir û bal kişand ser berxwedana li Rojava. Hergul diyar kir ku berxwedana li Rojava bi biryardariyeke bêhempa dewam dike û got, "Ev berxwedan berxwendana zarokên me ne. Eger ev berxwedan nebûya, dibe ku DAIŞ a hov îro li Xîzanêbûya. Dest bidin hev, bibin yek ku destê Rêbertiyê xurt bibe. Azadiya Rêbertiyê azadiya me ye."

Li qada konserê, ji bo Rojava alîkariya maddî hat komkirin û Selma Savaş a 8 salî jî 3,5 xerciya xwe tevlî kampanyayê kir. 

JI CIWANAN MEŞ

Li dû konserê endamên YDG-H û YDG-K, bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek lidar xistin. Ciwan heta qada derketina ji Xîzanê meşiyan û alên PKK û KCK'ê û posterên Ocalan hildan. Di dema meşê de fîşekên hewayî jî hatin teqandin û piştî ku ciwan li qadê vegeriyan, konser bi dawî bû.