Li YE’yê spekulatortî dibe suc

Li YE’yê spekulatortî dibe suc

Li Ewropaya ku bi krîza aboriyê re rû bi rû maye, dê spekulasyonên di bin navê parastina aramiya di bazara YE’yê de tên kirin û bi armanca qezençkirinê tên kirin, dê weke suc bên dîtin.

Li gorî agihayan, dê Serokê Komîsyona YE’yê Jose Manuel Barroso, roja çarşemê hin rêze pêşîlêgirtinên li hemberî spekulatoran aşkere bike. Di çarçoveya van tedbîran de, kesên ku di nava sînorên YE’yê de spekulasyonê dikin, dê bi cezayê girtîgehê bêne cezakirin.