Li Yemenê balefirên bêmirov ên DYA’ê hatin qedexekirin
Li Yemenê balefirên bêmirov ên DYA’ê hatin qedexekirin
Li Yemenê balefirên bêmirov ên DYA’ê hatin qedexekirin
Li Yemenê operasyonên balefirên bêmirov yên Amarîkayê (ÎHA) yên ku li gelek welatan bûyî sedama qeliaman hatin qedexe kirin.
Meclisa Yemenê, ÎHA’yên DYA, ku bi hêcata li dijî El Qaîdeyê operasyonan dikir xebatên wan qedexe kirin.
Li gorî zagona nû ya ku ji aliyê meclisê ve hatî pejiradin, qedexeya li ser balefirên bêmirov yên Amarîkayê yên ku li gel artêş a Yememê di operasyonan de cih digirin bû zagonî. Ji hikûmetê re jî biryara pêkanîna wê hat dayîn.
Biryara Yemenê, yekem teybetmendiya şermezar kirina êrîşên ji sala 2002’an ve li ser axa Yemenê pêktê ji digre nava xwe.
Herî dawiyê li bajarê Yemenê Rada El Qaîde kirî bû hedefa xwe, di êrîşê de 13 sifîlan jiyana xwe ji dest dabû û 20 kes jî birîndar bibûn.
Rêxistina Afûya Navnetewî û Rêxistina Şûpandina Mafê mirovan, di raporekî di meha Kanûnê de, ji ber êrîşên balefirên bêmirov yên DYA’ê, sifîl kirîbûn hedef û binpêkirina mafan pêkanî bû gunehbar kirîbûn.
Di rapora Rêxistina Afûyê de tê destnîşan kirin ku herêm ku ev balefir lê di gerîn xelkê wê di nava tirsê de jiyan dikin, tê diyar kirin ku mirovên herêmê dinava operasyonên DYA’ê û El Qaîdê de asê dimînin.
Bi teybet li Bakûrê Pakîstanê di sala 2004’an de êrîşên balefirên DYA’ê li ser herêmên eşîr lê dijîn zêde bû. Di rapora ku ji aliyê Mafê mirovan a NY’ê û raportorê teyber yê “ Têkoşîna dijî terorêre” Ben Emmersonê ve hatî amedekirin, tê destnîşan kirin ku di 10 salên dawiyê de sifîlên ku ji aliyê Balegirên bêmirov ve li Pakîstanê hatîn kuştin gihaye 400 kesan. Ji gorî Rêxistina Navnetewî ya Afûyê jî ji berî 2004’an ve nêzî 300 êrîşên ÎHA’yan pêkhatîne, di van êrîşan de de derdora 2 hazar ta 4 hezar û 700 kes hatîne kuştin. Tenê di meha Çileya sala 2012’an ta Tabaxa sala 2013’an de 45 êrişên bi kuştin pêkhatîne. Her car jî sifîl dinava van êrişan de bûne qurban.