Li paytexta Sana ya Yemenê li hemberî leşkeran êrîşa întîharê ya bombeyî hate pêkanîn û hate zanîn ku herî kêm 50 leşker mirine.
Êrîş li hemberî leşkerên ku ji bo Roja Yekitiya Netewî ku amadekariya merasîma leşkerî kirin pêk hat. Rayedaran diyar kirin ku dema ku leşker di Qada Sabîn der derbas dibûn, bombekarê întîharê ku cilên leşkerî li xwe kiribû bombe teqandiye û herî kêm 50 leşker mirine.
Li gorî agahiyên şahidan, li qada Sabîn ceset parçe bibûn û bi ambulansan jî leşker dibin nexweşxaneyê. Rayedarên nexweşdaneyê jî diyar kirin ku rewşa gelekan girane û fikara wan eve ku hejmara miriyan zêde be. Başûr û Bakurê Yemenê di sala 1990’î de bûn yek ev roj wekî roja Yekitiya Netewî binavkirin.
Êriş rojekê beriya vê rojê hate pêk anîn. Artêşa Yemenê 10 roj berê li Eyaleta Abyan a başûrê welat bi komeke oldar a radîkal AQAP re operasyoneke mezin dabû dest pêkirin. Di çarçoveya vê operasyonê de herî kêm 50 mîlîtan û leşker hatibûn kuştin.