Li Yemenê hejmara miriyan gihişt 63’an

Li Yemenê hejmara miriyan gihişt 63’an

Îro li paytexta Sana ya Yemenê li hemberî leşkeran êrîşa întîharê ya bombeyî hate pêkanîn û hejmara leşkerên ku jiyana xwe ji destdane gihişt 63’an. Wezîrê parastinê û fermandarê giştî beyî ku birîndar bibin xisal bûn û nêzî 300 leşkerî jî birîdar bûne.

Êrîş li hemberî leşkerên ku ji bo Roja Yekitiya Netewî ku amadekariya merasîma leşkerî kirin pêk hat. Dema ku leşker ji Qada Sabîn ya nêzî qesra Serokatiya Dewletê der bas dibûn ksekî ku cilên leşkerî xwe kiribûn bombe li ser xwe teqand. Di bûyerê de 63 leşker mirin û 300 jî birîndar bûn.

Rayedarên Yemenê diyar kirin k udi dema buyerê de wezîrê parastinê û fermandarê giştî jî i wir bûn û tiştek bi wan nehatiye. Rayedaran got ku fikara wan heye ku hejmara miriyan zêde be. Her wiha rayedarên leşkeriyê îdia kirin ku 2 kesên din jî bi gumana ku çalakiya intîxarî pêk tînin hatine ferqkirin û kuştin.

Çavkaniyeke El Qaîde ji BBC re axivî û got ku êrîş ji aliyê endamekê wan ve hatiye pêk anîn.

Başûr û Bakurê Yemenê di sala 1990’î de bûn yek ev roj wekî roja Yekitiya Netewî binavkirin.

Êriş rojekê beriya vê rojê hate pêk anîn. Artêşa Yemenê 10 roj berê li Eyaleta Abyan a başûrê welat bi komeke oldar a radîkal AQAP re operasyoneke mezin dabû dest pêkirin. Di çarçoveya vê operasyonê de herî kêm 50 mîlîtan û leşker hatibûn kuştin.