Li paytexta Sanada ya Yemenê komeke xwepêşandêr bi hinceta ku fîlmekî li dijî îslamê li DYA’yê hatiye weşandin protesto bikin ketin seferastxaneya DYA’yê. Xwepêşandêrên ku ketin baxçeyê seferatxaneyê wesayît li wir hemû dan ber agir.
Li DYA’yê fîlmekî li dij îslamê hatibû nîşandan. Pitşî Misir û Lîbyayê niha jî Yemenê serî hildan. Li Sanayê komek xwepaşendêr ketin seferatxaneyê û ligel heldana polîsa qelabalix belav nebû.
Li gorî şahida girseya ku hêrsa wan zêde bû li baxçe û derdora seferatxaneyê gelek wesayît dane ber agir. Her wiha polîsan jî bi bombeyên gazê û çekên agir mudaxaleyê xwepêşandêran kir. Di vê navberê de gelek xwepêşandêr bi çekên agir birîndar bûn. Hate hînbûn ku bûyer hêj didome.
Kesekî Cihû yê ji DYA’ê fîlmekî li dijî îslamê çêkir û tê gotin ku di fîlm de heqaret li Hz. Mihemmed tê kirin. Duh li Lîbyayê hatibû protestokirin. Li bajarê Bengazî ya Lîbyayê avahiya seferatxaneya DYA’yê agir berdanê û balyozê DYA’yê yê li Lîbyayê Chrîstopher û 3 sefîr miribûn.
Li Misirê jî hatibû protestokirin. Roja çarşemêli Qahîreyê xwepêşandêran hewl dabû têkevin seferatxaneyê û di dema bûyerê de gelek kes birîndar bibûn.
Ji ber bûyerên duh qewimîn li seferastxaneyên Rojhilata Navîn û Efrîkayê ewlehiya hatibû girtin hate hînbûn ku yekineyên taybet dê sewqî Lîbyayê bikin.