Li Yewnanîstanê careke din hilbijartin pêk tê

Li Yewnanîstanê careke din hilbijartin pêk tê

Yewnanîstana ku bi krîza aborî re rû bi rû ye, piştî hilbijartinên hefteya borî pêk hatin nekarî hikûmeteke nû ava bike. Piştre Serokkomar Karolos Papulyas pêşniyara “hikûmeta teknokrat” kir, lê ew jî nehat qebûlkirin.

Piştî ku partiyan li ser hikûmeteke nû li hev nekirin, biryar hat dayîn ku hilbijartinek nû bê lidarxistin. Hilbijartinê dê di pûşperê (hezîran) de pêk bê.

Li gorî anketên li welêt, ger piştî hilbijartinên yekşema borî hikûmetek li Yewnanîstanê neyê avakirin, dê di hilbijartinek nû de eniya çepgir a radîkal Syriza bibe partiya yekemîn. Hewldanên serokkomar Karalos Papulyas bi ser neketin. Her wiha, Partiya Nû ya Demokratî a rastgir û partiya sosyalîst PASOK nekarin hikûmetek koalîsyon ava bikin.

Her du partiyan piştgirî dabûn paketên rizgarkirinê û polîtîkayên “şidandina kemberê” ya IMF û YE’yê. Di hilbijartina hefteyek berê de her du partiyan gelek dengên xwe wendan kirin û ev yek jî weke “cezakirin” hat binavkirin.

Partiya din a ku di hilbijartinê de bi ser ket Syriza diyar dike ku divê kîjan hikûmeta ku were avakirin, şertên şidandina kemberê û krediyan ên ji bo Yewnanîstanê qebûl nekin