Li Yewnanîstanê greva giştî dest pê kir

Li Yewnanîstanê greva giştî dest pê kir

Li Yewnanîstanê Greva 24 saetan karkerên sektora taybet û gelemperiyê ya ku li hemberî polîtîkayên hikûmetê û pakêta kutkirina 11.5 mîlyor Euro dest pê kir.

Grev li ser banga du sendîkayên mezin yên welat dest pê dike û ji xebatkarên tenduristiyê bigire heta kontrolvanên trafîkê hemû karker û memurên sendîkayan tevlî dibin.

Di saetên serê sibê de hemû avahiyên gelemperiyê, dibistan girtîbûn. Tenê beşên lezgîn yen nexweşxaneyan vekirî bûn. Ligel veguhestina hewayê û deryayî hemû veguhesstina gelemperiyê tevlî grevê bûn û trafîka bajar ji niha de serûbin bûye.

Di saetên pêş yên rojê de li Atîna û gelek bajarên mezin yên din dê bi dehezran memur-karker tevli xwepêşendanan bibin. Polîsan li dora parlamentoyê tedbîrên ewlehiyê girtin û tê payîn ku di navbera polîs û komên çepgir-anarşîst de pevçûn derbikevin.

Greva giştî ji bo hikûmeta ya bi rêberiya mufazakarên ku di meha tîrmehê de hatiye desthilatdariyê ezmûna yekemîne. Hikûmet ji bo ku ji pakêta YE’yê ya alîkariyê fêdeyê bigire bi zextên YE û ÎMF’ê re dixwaze biçe qutkirinên ku 11.5 euro ye bike .

Qutkirin û kêmkirinên hikûmetê bi vê jî ne bi sînor e. Hikûmeta serokwezîr Antonîs Samaras plan dike ku di dema pêş de ji bo piştgiriya 31 mîlyoar Euro ya navnetewî bigire, maaşên teqawîtbûnê bicemidîne û temenê teqawîtbûnê bigihîne 67’an.

Li Yewnanîstanê ku betalî gihiştiye asta herî jor û ji 3’an yek di sînorê xizaniyê de ye û li dijî van qutkirinên nû derdikevin. Li gorî anketeke hefteya borî ji sedî 90 welatiyan diyar kiriye ku ev qutkirin li dijî kesên herî xizan yên civakê darbeye.

Yewnanîstan bi welatên herêma ya 16 a euro re bi piştgiriya ÎMF’ê dixwaze pakêta piştgiriyê ya 130 mîlyar Euro bigire. Piştî krîza 2009’an Yewnanîstan hatibû ber îflasê û di gulana 2010’an de ji YE û ÎMF’ê 110, di meha cotmeha 2011’an de jî 130 mîlyar Euro alîkarî û deyn girt. Ligel vê jî qutkirinên herî mezin kir.

Di serî Alman û welatên Ewropayê gefan li Yewnanîstanê dixwin û dibêjin ger qutbûnan çêneke dê ji herêma Euro derbixin. Yewnanîstan di çaryeka dawiya salê de deynê faîzê nede dê bi krîzeke mezin re rû bir û bimîne.