Li Yewnanîstanê greva giştî ya 2 rojî

Li Yewnanîstanê greva giştî ya 2 rojî

Li Yewnanîstanê li dijî pêkanînên hikûmetê yên nû xebatkarên sektora taybet û gelemperiyê dest bi greva giştî 2 rojî kirin.

Greva di saetên sibê de dest pê kir û hemû sendîkayên mezin yên welat tevlî bûn, hemû veguhestina gelemperiyê rawestiyan û avahiyên cemawerî hatin girtin.

Ji ber grevê jiyan li welat rawestiya û tê payîn ku li paytext Atînayê xwepêşendanên mezin pêk werin. Li avahiya parlamentoyê ya ku dê meş pêk were polîsan ewlehiyên mezin girt û tê payîn ku dê pevçûn çêbibin.

Karker butçeya sala 2013’an û qutkirinê hikûmetê ya ku dê roja çarmeşê ji li parlamentoyê bê nîqaşkirin, protesto bikin. Hikûmet dibijêe, cara yekemîn dê ji mûçeyê kêm bikin, salê teqawîtbûnê ji 65’î bikin 67, pakêta ÎMF û YE’yê ya alîkariyê ku kêmbûnê di qada tenduristî û alîkariyê di nav de ye, ji bo wan gelek baş e. Di van kêmkirinan de hikûmet heta sala 2016’an li bendê ye ku 13,5 mîlyar euro tasarufê bike. ÎMF û YE’ê niha alîkariya 31,5 mîlyar euro alîkarî daye rawestandin. IMF û YE ji bo dayîna alîkariyê hin şert û mercan ferz dike.

Gelê Yewnanîstanê li dijî van pêkûtiyan êdî hêza wan nemaye û sendîkayan diyar kir pakêta dawî re gotin êdî bes e.