Her çendî du hefte bi ser hilbijartinên li Yewnanîstanê re derbas bûn jî, lê heta niha hewldanên ji bo avakirina hikûmetê bi ser neketine. Serokkomar Karalos Papoulias ji bo pêşîlêgirtina hilbijartina pêşwext û birrîna alîkariya ji Brukselê tê, di avakirina hikûmeta teknokrat a li derveyê Meclîsê de israr dike. Di heman demjimêran de wezîrên aborî yên herêma Euroyê peyama “Kemberê bişidîne, di Euroyê de bimîne” dan Yewnanîstanê.
Piştî hilbijartinên di 6’ê gulanê de li Yewnanîstanê pêk hatin, her sê partiyên di rêzên destpêkê de nekarîn hikûmet ava bikin, Serokkomar Karolos Papoulias zend û bendan bada û ji bo cara sêyemîn bi rêberên partiyan re civiyan. Serokê PASOK’ê Evangelos Venizelos, Serokê Partiya Nû ya Demokratîk Antonis Samaras û Serokê Partiya Çepgir a Demokratîk Fotis Kuvelis beşdar bûn, lê serokê partiya Syriza ya çepgira radîkal ku di hilbijartinê de serkeftineke mezin bi dest xist, beşdarî civînê nebû.
Piştî hewlên avakirina hikûmeta koalîsyon bi ser neket, Serokkomar Papoulias bi piştigriya meclîsê avakirina hikûmeteke teknokrat weke çare destnîşan kir û pêşniyar kir. Serokê PASOK’ê bi dilgermî nêzî vê pêşniyar bû, lê belê rêberê muhafezekar Samaras diyar kir ku divê ew li ser alternatîfên din jî bihizirin. Rêberê çepgir Kuvelis jî nerazîbûnek tund nîşanî pêşniyarê da û got; "Ev yek tê wateya binketina polîtîkayê, ev yek dibe bêberpirsyartiya li hemberî gel”.
Serokkomar dê îro jî ji bilî partiya nijadperest a Berbanga Zêrîn, bi hemû partiyên din re hevdîtin pêk bîne û dê di avakirina hikûmetek teknokrat de israr bike. Her wiha, her ku diçe dema Yewnanîstanê kêm dimîne. Nîva dema ji bo avakirina hikûmetê hatibû dayîn hema bêje qediya, tê gotin ku gelê Yewnan di 10 an jî 17’ê pûşperê (hezîran) de careke din biçin ser sindoqan.
BRUKSEL: KEMBERÊ BIŞIDÎNE, DI EUROYÊ DE BIMÎNE
Di demjimêrên ku ji bo avakirina hikûmeta Yewnan hewl tên dayîn de, wezîrên aborî yên Euro li paytexta Yekitiya Ewropa Brukselê civiyan û rewşa Yewnanîstanê gotûbêj kirin. Euroyê bang “Zû hikûmetê ava bike” li Yewnanîstanê kir. Vê carê jî wezîrên aborî yên Euroyê li dijî derxisitna Yewnanîstan ji Euroyê derketin.
Serokê Koma Euoryê Jean -Claude Juncker piştî civînê daxuyaniyek da û ragihand ku divê Yewnanîstan di demek herî zû de hikûmeta xwe ava bike. Her wiha peyama “Kemberê bişidîne, di Euroyê de bimîne” dan Yewnanîstanê.
P iştî daxuyaniya “Yê ku bixwaze dikare ji Euroyê derbikeve, em nikarin kesê bi zorê bigirin” a Wezîrê darayî yê Alman Schäuble, vê carê jî Wezîra Awisturya Maria Fekter jî daxuyaniyek bi heman awayî ji bo Yewnanîstanê da û got; “Kesên li ber peymanan neyên bila derbikevin.” Dawiya hefteyê Sekreterê Komîsyona Ewropayê José Manuel Barroso jî daxuyaniyek mîna vê dabû.