Rayedarên Yewnan dan zanîn ku ji meha tîrmehê heta îro rêjeya bêkariya li welê ji sedî 25 derbas bûye û bi vî awayî rêjeya bêkariyê ji sedî 7 zêde bû û gihişt asta Spanyayê.
Ev pênç sal in ku Yewnanîstan bi krîza aboriyê re rû bi rû ye, ji ber polîtîkayên dijwar ên hukûmetê yên “şidandina kemberê” rêyeya bêkarî zêde dibin û mirovên di sektora gelemperî û taybet de jî bê kar dimînin. Li gorî daneyên dawiyê rêjeya bêkariya ciwanan jî gihiştiye ji sedî 55.
Li hemberî hemû rexne û nerazîbûnan, hukûmeta Yewnan helwesta xwe ya ji bo şidandina kemberê û birîna pereyan ji lêçûnên gelemperiyê bernade.