Li Yûsifiyê 9 çete hatin kuştin

Li Yûsifiyê 9 çete hatin kuştin

Li gundê Yûsifiyê yê Girkê Legê , di encama çalakiya YPG'ê ya li dijî wesayîteke çeteyên El Nûsra de, 9 endamên komên çete hatin kuştin.

Li gorî agahiyên ji herêmên şer hatine girtin, li gundên Girhok, Sefa, Yûsifiyê û Girê Fatê yên Girkê Legê şevê din şerên demî hebûn. 

Hat ragihandin, YPG’ê li dijî wesayîteke çeteyên Dewleta Îslamî Iraq û Bîladî Şam/Eniya El Nusra ya li gundê Yûsifiyê yê Girkê Legê çalakî pêk anîn. Di encam de wesayît bi temamî hatiye rûxandin û 9 endamên komên çete hatine kuştin. 

Di vê navberê de li gundên Sûsik, Kendal, Çelbê, Til Findir û Camis yê  Girê Sipî ( Til Ebyed) jî duh bi şev dem bi dem pevçûn derketin.