Li Zanîngeha Dîcle şîddeta polîsan: 2 birîndar
Li Zanîngeha Dîcle şîddeta polîsan: 2 birîndar
Li Zanîngeha Dîcle şîddeta polîsan: 2 birîndar
Polîsan êrîş bir ser xwendekarên ku zexta polîsan û li qata diduyan a xwaringeha navendî avakirina nuqteya polîsan şermezar dikirin, di êrîşê de 2 xwendekar birîndar bûn û hin xwendekar hatin binçavkirin.
Di pêşengiya Komeleya Xwendekarên Azad a Zanîngeh Dîcle (DUO-DER) de bi sedan xwendekar ji bo zextên polîsan û li qata diduyan a xwaringeha navendî avakirina nuqteya polîsan şermezar bikin li Fakulteya Fen Edebiyat kom bûn. Xwendekarên ku xwestin ji wir heta cihê nuqteya polîsan a hatiye çêkirin bimeşin, bi dirûşmayan ji hundir derketin. Di derketina fakulteyê de polîsan pêşiya xwendekaran girtin û nehiştin xwendekar bimeşin. Li ser vê yekê xwendekaran xwestin ber bi Fakulteya Huqûqê ve bimeşin. Ji ber dîsa polîsan destûr nedan, xwendekaran bi dirûşmayên , "Polîs ji zanîngehê bicehime", "Em li zanîngehê qereqolan naxwazin" helwesta polîsan şermezar kirin û di nav dorpêçkirina polîsan de daxuyaniya çapemeniyê dan. D daxuyaniya li ser navê xwendekaran de hat gotin ku ji destpêka perwerdeyê dest pê kiriye zextên li hember xwendekaran zêde bûne û wiha hat gotin, "AKP'ya ku ev jî têr nedît, bi polîs û rektor ve hewl dide di nav kampûsê de qereqolê ava bike. Ev jî dide xuyakirin ku ji ciwanên rêxistinkirî û bihêz ên Zanîngeha Dîcleyê ditirsin."
Piştî daxuyaniyê xwendekaran bi merşên gotin û govenda gerandin helwesta polîsan şermezar kirin. Di vê navberê de ji ber polîsan xwendekarên jin tacîz kirin û xwendekar tehrîk kirin nîqaşekê rû da. Piştî nîqaşê polîsan bi copan û pehînan êrîşî xwendekaran kirin. Du xwendekar birîndar bûn û hin xwendekar jî hatin binçavkirin.