Li zanîngeha Dîcleyê boykot, li Selçûkê şermezar kirin
Li zanîngeha Dîcleyê boykot, li Selçûkê şermezar kirin
Li zanîngeha Dîcleyê boykot, li Selçûkê şermezar kirin
Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê dixwînin bi boneya 15. salvegera 9'ê Cotmehê şermezar bikin, ders boykot kirin. Hat diyarkirin ku ji aliyê polîsan ve wesayîtên nava bajêr ên ku tên Zanîngeha Dîcleyê hatin rawestandin û nasnameyên xwendekaran têne kontrol kirin.
Xwendekarên Zanîngeha Selçuk ya Konyayê dixwînin bi boneya 9'ê Cotmehê şermezar bikin neketin waneyan û zanîngeh boykot kirin. Li aliyê din li Kolana Saraçoglu ya navçeya Karatayê civiyan. Dema ku xwendekaran xwestin meşeke meşaleyî li dar bixin rastî astengiyên polîsan hatin û di encamê de 13 xwendekar hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku xwendekarên hatine binçavkirin serbest hatine berdan. Piştî ku xwendekar serbest hatin berdan dîsan li heman kolanê xwendekar hatin cem hev û daxuyanî dan çapemeniyê.
Di daxuyaniyê de dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” hatin berz kirin. Li ser navê xwendekaran daxuyanî ji aliyê Hatîp Dîcle Ceylan ve hate xwendin. Ceylan beriya ku daxuyaniyê bixwîne astengiyên polîsan şermezar kir û wiha got: "Bi komployê xwestin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tune bikin û Tevgera Azadiya Kurdistanê tasfiye bikin. Lê belê gelê Kurd bi têkoşîna xwe ev komplo têk bir. Rêya demokratîkbûnê di Îmraliyê re diçe. Tenê bi Rêbereke azad, geleke azad û Kurdistaneke azad mirov dikare bigihîje encamê." Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.