Li Zanîngeha Egeyê bi desteka polîsan êrîşa faşîstan

Li Zanîngeha Egeyê bi desteka polîsan êrîşa faşîstan

Li Fakulteya Wêjeyê ya Zanîngeha Egeyê, komeke faşîstan a ji 30 kesan êrîşî xwendekarên welatparêz û demokrat kir. Polîsên ku hatin dest li bûyerê werdin jî, tevli êrîşê bûn. Di encama êrîşa bi ava şid de 4 xwendekar hatin binçavkirin. Ji ber êrîşa bi satoran a faşîstan jî 4 xwendekar birîndar bûn.

Li Fakulteya Wêjeyê ya Zanîngeha Egeyê komeke faşîst a ji 30 kesan ku îdîa dikirin ser bi Ocaxên Alperen ve ne, bi ço û satoran êrîşî xwendekarên demokrat û welatparêz ên li pêş fakulteyê kirin. Ji ber êrîşa faşîstan pevçûn derket û polîs ketin kampusê.

Piştî ku faşîst ji cihê bûyerê çûn, vê carê jî polîsan bi TOMA û ava şid êrîşî xwendekarên li Fakulteya Wêjeyê kirin.

Polîsan xwendekarên bi navê Pinar Ozel, Ûtkû Karaçanta, Îlyaz Ergen, Samet Ûslû û Cenk Bariş kirin binçavan. Di êrîşa bi satoran a faşîstan de 4 xwendekar birîndar bûn.

Piştî êrîşê, xwendekar ber bi rektoriyê ve meşiyan. Xwendekarên bi dirûşman meşiyan xwestin, hevalên wan ên hatine binçavkirin, serbest bên berdan.