Li zarokê 16 salî îşkence
Li zarokê 16 salî îşkence
Li zarokê 16 salî îşkence
Mehmet Akgonul ê 16 salî, ku di dema protestoya qetilkirina sê kesan li Geverê hat binçavkirin, destpêkê rastî tundiyê hat dûre jî hat girtin. Bav Akgonul diyar kir ku kurê wî xistine halekî neyê naskirin û got, "Di vê sermê de montê wî jî jê stendine û nedanê."
Li Amedê, Mehmet Akgonul (16) ê di dema xwepêşandan şermezarkirina komkujiya Geverê de li cihê bûyerê hat binçavkirin, hat hînbûn ku di binê çavan de rastî tundiya polîsan hatiye.
Li dû rapora lêdan xwariye ya di 8'ê Kanûnê de ji Akgonul re hat dayîn, polîsan di 9'ê Kanûnê de raporeke nû stend. Di rapora ku tê gotin bi zorê ji aliyê polîsan ve hatiye derxistin, berevajî rapora rojek berê tê 'lêdan nexwariye' hatiye nivîsandin.
Bav Hasan Akgonul ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku kurê wî roja Yekşemê saet li dora 18:00 ji malê derketiye û got, "Em li bendê bûn ku heta saet 21:00 vegere malê, lê nehat. Ez çûm min ji hevalên wî pirsî; gotin 'nehatiye vir.' Vegeriyam malê. Saet li dora 22:30 de dema min telefonî qereqolê kir, ji min re gotin, 'kurê te li vir e.' Ez çûm qereqolê lê kurê min nîşanî min nedan. Gotin dê sibê derkeve edliyê."
'LÊ DAN, DI HEWA SAR DE MONTÊ WÎ JÊ GIRTIN'
Akgonul ragihand ku wî rojek piştre saet di 10:15'an de kurê xwe li edliyeyê dîtiye û got, "Min li hal, rewşa kurik temaşe kir. Ewçend lê dabûn ku ew xistibûn halekî din. Bi qasî ku neyê naskirin, lê dabûn. Saet li dora 16:00 biryara girtina wî dan. Me rapora doktor girtin. Hat gotin, 'li şaxê zarokan lêdan nîne' lê belê bi rapora doktor re lêdan piştrast bû. Wekî din, di vê sermayê de li montek lê bû, ew jî jê stendin û nedanê."
'RONAHIYEK ELEKTRÎKÊ YA MADÊ WÎ LI HEV DIXE, DANE RÛYÊ WÎ'
Akgonul diyar kir ku dema bi kurê xwe re hevdîtin kiriye, kurê wî behsa roja bûyerê kiriye û anî ziman ku dema maşîneke zirxî ya bi navê 'akrep' hat cihê bûyerê, wî hewl daye bireve, lê belê ronahiyeke elektrîkê dane rûyê wî, li ser vê yekê madê wî li hev ketiye, ber çavên wî reş bûye û hatiye girtin.
Bav Akgonul got, "Ji min re got; 'dema min xwest birevim tiştek dan rûyê min, madê min li hev ket, ber çavên min reş bû û ronahiyek li ber çavên min ket.' Dûre jî birine qereqola sûkê, ji wir jî birine navenda zarokan. Hem li cihê bûyerê lêda dane, hem jî li cihên birine lê dane."
Bav Akgonul anî ziman ku roja Pêncşemê ew li girtîgehê bi kurê xwe re axiviye û got: "Dema min ew li girtîgehê dît, pirsgirêka di bêvila wî de giran bûbû: mîna ku ketibû hundir, xwar bûbû. Lêva wî ya jêrî jî qelişî bû."
Bav Akgonul got, "Der heqê tundiya li kurê min hat kirin, me di 8'ê Kanûnê de rapora doktor stendin. Lê belê polîs piştî vê raporê ket nava tevgerê û raporek berevajî vê da nivîsandin. Em bawerin ku polîsan bi zorê rapora duyemîn a tê de tê îdîakirin ku lêdan nehatiye kirin dinivîsîne, wergirtiye."
DÊ SEWQÎ SÊRTÊ BÊ KIRIN
Akgonul da zanîn ku kurê wî niha li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê tê ragirtin lê belê dê sewqî Sêrtê bê kirin û got, "Ji xwe hînê zarok e. Dê hem ji dibistana xwe bimîne, hem jî ji me. Eger sewqî Sêrtê bibe jî, dê hevdîtina me zehmet be."